Wêjexane (@Wejexane) header
Wêjexane (@Wejexane) profile picture
World
Joined August 2021
Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)Photo by Wêjexane (@Wejexane)
Em ê beşdarî pêşangeha pirtûkan a Zaxoyê bibin. Ji Kurdistanê û ji derveyî welatî bi dehan weşanxane beşdarî vê pêşangeha navneteweyî dibin. Kurdên li Başûrê Kurdistanê dikarin pirtûkên me ji pêşangehê peyda bikin. Stand: A-115 15–20.11.2026 · Zanîngeha Zaxoyê wardoz.com #zaxo #pêşangeh #wardoz #folklor
4
18
451
Wêjexane retweeted
📷 Wênehezên hêja, e-kovara me li benda wêneyên we yên li ser "Payîz"ê ye! Değerli fotoğrafseverler, e-dergimiz "Sonbahar" temalı fotoğraflarınızı bekliyor! Dear photography lovers, our e-magazine is waiting for your "Autumn" photos! *Dîroka Dawî/Son Tarih: 01.12.2026
3
1
3
527
Bîra Birînê Fatma Savci ÇAPA NÛ DERKET! Ji kitêbê “Gere te ji bîr nekiribaya ku em ê li her derê xerîb bin. 

xem nake.
belkî em di xewna şevê de
li beharekê 
liqayî siwariyê berê werin
ew çîrokên li dûr
xeyalên kûr bikin paşila me...

piştî siwariyan 
genim bide newqa me, 
em milek şoqila çûkan bidin hev
beybûn li cil û rûyê me vedin...

ji destên te, bîna kevzê tê, tu ji kîjan çemê xewnê tê dîsa?

em bi dîtina siwariyan ser xwe ve herin,
di neynika ku kirine destê me de, 
li xeyalên xwe yên zarok binêrin,  
ji kêfa bibetilin
û li ber gola miradan
di sînga zarokatiya hev de
di ber nêrgizan re di xew re herin…” Bîra Birînê Fatma Savci ISBN: 978-605-5585-28-0 19.5x13, 96 rûpel avestakitap.com/bira-birine
3
25
4
73
5,141
"Edebîyat dişibe tabloyekê, ya rastî him tablo û him neynikek e. Hestên xurt, rexnên hûr, hûnandin û dokûmentên merovatîyê." (r: 80) — Fyodor Dostoyevskî Werger: Hesenê Metê #Dostoyevskî #Kurdî #Roman #MerivênReben #Kurmancî #Wêje #WeşanênAvesta #Wêjexane
3
3
157
Roja îmzeyê: Şemoyê Memê
5
1
8
1,235
15. Pêşbirka Çîrokan a Abdullah Duran ku ji hêla Eğitim Sen ê Şaxên Amedê ve tê birêvebirin, êdî ber bi dawiyê ve diçe. 📌 Agahiya herî girîng a serlêdanê: Roja dawî ya şandina çîrokan 31.12.2026 e! Ango di serê salê de dema serlêdanê bi dawî dibe. Ji bo ku hûn mafê xwe winda nekin, lez bikin!
5
8
599
●ÇAPA NÛ● ÇILKÊN PÊNÛSÊ •DILAWER ZERAQ• @dilawerzeraq Dilawer Zeraq, tevna kurteçîrokên di Çilkên Pênûsê de, bi teknîk û metoda ‘firehkirina kêliyê' ya ku Jorge Luis Borges ew bidêûbav kiriye, saz kiriye. Di vê pirtûkê de, kêliya ku di dema fireh de tê firehkirin û bi tevn û vegotina her çîrokê re bi awayekî dîtir tê hîskirin û bi firehbûna xwe re jî dibe sedem û alîkar ku rewşên mirovane, yên wekî têkçûyîn, kêfxweşî, xemgînî, tenêtî, parve(ne)kirin, nêzikbûnên ligel dûrahiyê, coşdariya di nav xemgîniyê de, evîna di nav têkçûyînê de, hezkirina di nav tenêtiyê de, bên zimên. Çilkên Pênûsê, ji çîrokên ku dilînên di xwe de asê mane û ji çîrokên dilevîniyê pêk tê. Di çîrokên pirtûkê de, ji çîroka xav a evînên ku hatine jiyandin zêdetir, reng û çawabûna şop û hest û derb û pêjnên evîniyê xwe dide der; û pê re jî êş û xweşî û bextewarî û kambaxî û têkçûnên evîniyê didin dû hev û digel hev hêlînekê ava dikin; û hemû çîrokên di pirtûkê de berê me didin vê hêlînê; û em bi xwendina her çîrokê bêtir di vê hêlînê de cî li xwe xweş dikin. Çîrokên di pirtûka Çilkên Pênûsê de cî dane xwe, bi zimanekî hêçaneyî ku nêzî vegotineke helbestî ye, hatine nivîsîn. Lê belê çîrok neketine nav şîpa helbestê û bi zimanê vegotinê ku hatiye bikaranîn, mane wekî rabêjeke çîrokî. #kurteçîrok 📍lisyayinevi.com/cilken-penus…
1
4
1
17
704
Wêjexane retweeted
“Rê dizane” Hejmara çarem a Vînê Weşiya Humara çarine a Vîne Veciya Jimare çaremî Vîn billaw kirayewe Wek flipbook û PDF li ser malpera: kovaravin.com
6
12
810
Wêjexane retweeted
Nivîskar Edîb Polat bi romana xwe ya nû "Du Xwîn Ji Laşekî" li pêşberî xwendevanên xwe ye. ⬇️ diyarname.com/news.php?Idx=6… #Roman #Pirtûk #PirtûkênKurdî #EdîbPolat #WeşanênSar #Sar
1
1
8
220
📚 Burhan Sonmez li Amedê ye 📌 Di çarçoveya Konferansa Wêje û Aştiyê de nivîskarê kurd Burhan Sonmez di bernameya hevpeyvînê ya “Kursîya Azad” de derdikeve pêşberî welatiyan. Hemû welatîyên me ji bo bernameya ku dê bi moderatoriya Zeynep Yaş û Dr. Ramazan Tunç pêk bê, vexwendî ne. 📅 Îro | 7ê Mijdara 2026an, Şemî 🕠 Saet: 17.30 – 18.45 📍 Cih: Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê 📚 Burhan Sonmez Amed De Yo 📌 Çarçewaya Konferansê Edebîyat û Aştî de edebîyatkaro kurd Burhan Sonmez bernameyê qiseykerdişî yê “Kursîyo Azad” de hemwelatîyan reyde yeno têhet. Heme hemwelatîyê ma dawetkerdeyê bernameyî yê ke bi moderatorîya Zeynep Yaş û Dr. Ramazan Tunçî do bêro kerdiş. 📅 Ewro | 7ê Teşrîna Peyêne 2026 Şeme 🕠 Saete: 17.30 – 18.45 📍 Ca: Merkezê Kultur û Kongre yê Çand Amedî 📚 Burhan Sönmez Diyarbakır’da 📌 Edebiyat ve Barış Konferansı kapsamında Kürt edebiyatçı Burhan Sönmez, “Özgür Kürsü” söyleşi programında yurttaşlarla buluşuyor. Zeynep Yaş ve Dr. Ramazan Tunç’un moderatörlüğünde gerçekleşecek programa tüm yurttaşlarımız davetlidir. 📅 Bugün | 7 Kasım 2026 Cumartesi 🕠 Saat: 17.30 – 18.45 📍 Yer: Çand Amed Kültür ve Kongre Merkezi #Diyarbakır #Amed
7
1
17
3,132
Wêjexane retweeted
📢 GOTÛBÊJ 📌 Xwendin wek Navgîneke Şideta Epîstemîk 👤 Axêver: Fahriye Adsay, Fırat Aydınkaya 👤 Moderator: Ferzan Şêr 🗓️ 07.11.2026 / Şemî ⏰ 15:00 📍Navenda Çand û Hunerê ya İbrahim Gürbüz/İBV STENBOL (Kuloğlu mah, Ayhan Işık sk, No: 21/3 - 34433. Beyoğlu/İstanbul)
7
3
17
1,798
Romana nivîskarê navdar Aldous Huxleyî ya "Brave New World" ji aliyê nivîskar, akademisyen û wergêr Salih Agir Qoserî ve bi navê "Cîhana Nû ya Xweş" ji Îngilîzî ji bo Kurdîya Kurmancî hate wergerandin û ji Weşanên Cervantesê derket. #BraveNewWorld - rumetmed.blogspot.com/2026/1…
3
5
232
Wêjexane retweeted
Ez gelek şanaz im ku helbesta min Mohra Reş xelateke navnetewî wergirtiye. Xelata Taybet ya Navnetewî (Mención Especial Internacional) a ku bi ser navê "helbest, bîr û berxwedan" ji aliyê juriya Festîvala Fîlm û Hunerê ya Latînî ya Fîladelfiyayê hatiye dayîn. Mala wan ava be💖
26
23
8
118
7,164
Wêjexane retweeted
Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de ku cara ewil di 1934an de tê çapkirin û yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî. pallwesan.com/detail/3062-ku…
1
3
5
258
Wêjexane retweeted
Malpera me ya nû vekirî ye! ✨ Çand, huner û polîtîka li ser heman navnîşanê. Yeni web sitemiz yayında! Kültür, sanat ve politika aynı adreste. 👉 kovaradilop.net/ #Dilop #Kurdî #Türkçe
5
17
992
Hejmara 22an A The Raising of Kurds, Cotmeh 2026, Weşîya! 📍theraisingofkurds.com/hejmar… #newissue #october #magazine #kurdish #london
9
7
186
●DERKET● CÎHANA NÛ YA XWEŞ •ALDOUS HUXLEY• WERGERA JI ÎNGILÎZÎ •SALIH AGIR QOSERΕ @SalihAgirQoseri Aldous Huxley di Cîhana Nû Ya Xweş de, ku di 1932’yan de nivîsîye, jîyana salên 2500’î pêşkêş dike. Li Cîhanê dewletek tenê bi navê Dewleta Cîhanê heye, zarok di laboratuwaran de, bi hejmarên girseyî tên hilberîn. Zewac, malbat, dayik, bav, xwişk û bira, herweha hestên wekî hezkirin, evîn, xemgînî, hêrsbûn û hwd. tune ne. Nexweşî, kalbûn û pîrbûn jî tune ye, mirov her tim ciwan in, kêfxweş û bextewar in. Lê gelo cîhaneke wiha mimkun e? Huxley bi nivîsîna vê romana dîstopîk di eslê xwe de vê pirsê ji cîhana me yî îro dike. Lewra pêşkeftinên zanistî û teknolojîk me ber bi cîhaneke wiha ve dibe. Huxley bi karakterê Johnê ku ji herêma Bejî hatiye vê cîhanê, şaşî û qisûrên vê cîhanê nîşan dide, di heman demê de bersiva vê pirsê jî dide. Cîhana Nû Ya Xweş ji alî Salih Agir Qoserî ve hatiye wergerandin ku romanên George Orwel 1984, Çewlîka Heywanan, Kallocain a Karin Boye û gelek romanên din wergerandiye Kurdî. Ev roman ne tenê xeyala cîhaneke pêşerojê ye, di heman demê de neynika cîhana me yî îro ye jî. #roman #wêjeyacîhanê 📍lisyayinevi.com/cihana-nu-ya…
1
14
2
33
1,212
Wêjexane retweeted
"Ji nîvê dîtinên xwe bawer bikin, ji bihîstinên xwe qet bawer nekin." — Edgar Allan Poe
8
1
15
1,357
📚 Konferansa Wêje û Aştiyê 📌 Ji bo em rola wêje, ziman û ronakbîriyê ya di avakirina aştiyê, lihevhatinê û pêkvejiyanê de biaxivin, em li hev kom dibin. Konferansa ku bi organîzasyona PENa Navneteweyî û PENa Kurd; bi beşdariya Hevşaredarên me Serra Bucak û Emîn Ay, bi piştgiriya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Peyas, Rezan, Yenîşehir û Sûrê tê lidarxistin, hemû welatiyên me gazîkirî ne. 📅 6ê Mijdara 2026an 🕤 09.30 📍 Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin 📚 Konferansê Edebîyat û Aştî 📌 Ma yenê têhet ke awankerdişê aştî, pêkerdiş û pîyaciwîyayîşî de rolê edebîyat, ziwan û roştîbîyayîşî ser o qisey bikerê. Heme hemwelatîyê ma dawetkerdeyê konferansî yê ke bi organîzasyonê PEN-a Mîyanneteweyî û PEN-a Kurdî, bi beşdarîya Hemşaredaranê ma Serra Bucak û Emîn Ayî û bi piştîdayîşê Şaredarîya Amedî ya Şaristanê Girdî û şaredarîyanê Peyas, Rezan, Bajaro Newe û Sûrî do bêro organîzekerdiş. 📅 6ê Teşrîna Peyêne 2026 🕤 09.30 📍 Salona Alî Emîrî ya Şaredarîya Şaristanê Girdî 📚 Edebiyat ve Barış Konferansı 📌 Barış, uzlaşma ve birlikte yaşamın inşasında edebiyatın, dilin ve aydınlanmanın rolünü konuşmak üzere bir araya geliyoruz. Uluslararası PEN ve Kürt PEN’in organizasyonuyla; Eşbaşkanlarımız Serra Bucak ve Emin Ay’ın katılımıyla, Diyarbakır Büyükşehir Belediyesi, Kayapınar, Bağlar, Yenişehir ve Sur belediyelerinin desteğiyle düzenlenecek konferansa tüm yurttaşlarımız davetlidir. 📅 6 Kasım 2026 🕤 09.30 📍 Büyükşehir Belediyesi Ali Emîrî Salonu #Diyarbakır #Amed
6
10
2,241