Mehdi Mutlu retweeted
Hunermenda dengxweş Hoza Canê krîza dil derbas kir avestakurd.net/blog/2026/10/…
Mehdi Mutlu retweeted
‘İnna lillahi we inna ileyhi raciun’
Bir ismin var hayatın boyunca Ahmet, Adnan, Mehmet, Ali,…
Ölüyorsun; bir dakika sonra kardeşin bile sana ‘cenaze’ diyor.
Dünya bu kadar işte…
Rahmet olsun aziz kardeş Adnan Sevgili.
Mehdi Mutlu retweeted
Xelateke nû bo ‘Mehdî Mêhvan e’yê 📌
Mehdî Mêhvan e ya ku ji aliyê Mehdî Mûtlû ve tê amadekirin û pêşkêşkirin di ‘40. Pêşbaziya Rojnamegerên Serkeftî yên Salê’ ya Cemiyeta Rojnamegerên Başûr Rojhilat (GGC) de xelata ‘Beşa Bernameya Kurdî’ wergirt.
#waarkurmanci
Mehdi Mutlu retweeted
Ey felekê ka tu bêje emir kuda çu
Ew jî wek evînek derew hîştim rewya çu
.... teapawt.net/disa_dilann/status/206…
Mehdi Mutlu retweeted
Değerli Amed dinleyicilerimize;
15 Mayıs tarihinde Amed’de, Çand Amed / Sezai Karakoç Kültür Merkezi’nde gerçekleştirmeyi planladığımız konserimizi, yaşanan bazı aksaklıklardan dolayı ertelemek zorunda kalmıştık. Bu süreçte sizlere karşı çok mahçub olduğumu belirtmek istiyorum. Gösterdiğiniz anlayış ve desteğinizden dolayı minnetdârım.
Yaşanan mağduriyeti bir nebze olsun telafi edebilmek adına konserimizi Sur Belediyesi ve Sanatça Organizasyonun katkılarıyla halkımıza açık bir konsere dönüştürdük.
Bu kapsamda konser, 1 Haziran tarihinde saat 20.00’de Şêx Seîd Meydanı’nda (Dağ Kapı Meydanı) açık hava etkinliği olarak düzenlenecektir.
Uzun bir aradan sonra sizlerle yeniden buluşmanın heyecanını yaşıyoruz.
Bu özel akşamda bütün dostlarımızı bekliyoruz, görüşmek dileğiyle 🙏
Saygılarımızla
@SanatcaO
@saredariyasur
#amed #diyarbakır #mikalaslan
“Ji Dergûşa Çandê”
Ji Raya Giştî re
Di destpêkê de em dixwazin silav û rêzên xwe pêşkêşî gelê xwe yê bi rûmet, dostên xwe yên hunermend û hevrêyên xwe yên dilsoz bikin. Li ser hinek nîqaşên ku di van rojên dawîn de ji aliyê Mem Ararat û Şêxo Fîlîk ve bi parvekirinên di medyaya dîjîtal de hatine destpêkirin û tê de behsa saziya me jî tê kirin, me pêdivî pê dît ku em daxuyaniyeke kurt di çarçoveya prensîbên xwe de bidin. Beriya ku em dest bi parvekirina hinek agahiyan bikin, bi hestên taybet ên ku em ji ber nêzbûna 30 saliya xwe dibin dijîn, em ji dil û can malavahiya tevahiya kesên ku di pêkhatina vê arşîvê de ked dane, dikin.
Ji dema ku me di sala 1997’an de dest bi xebatên xwe yên çêkeriyê kiriye vir ve, me bi xwebexşî, dilsozî û xebata hevalên xwe yên kedkar a di demên dijwar de û bi berhemên hevrêyên xwe yên hunermend ên wêrek, xebatên xwe ava kir. Heta ku ev xwebexşî û dilsozî bidome, em ê her û her he bin. Ji roja pêşîn ve, polîtîkaya me ya çêkeriyê û hilberînê di çarçoveya berjewendiyên aborî yan jî çanda populer de nebûye; me hilberîneke alternatîf a ku xwe ji rehên xwe xwedî dike ji xwe re kiriye navend. Herî zêde jî ji ber van sedeman em dixwazin bibêjin ku; saziya me, heta îro jî, helwesteke ku keda tu hunermendekî/ê ku bi wan re xebitiye bênirx bike, îtîbara wî/ê ya takekesî ji xwe re bike armanc an jî hilberîna wî/ê ya hunerî biçûk bixîne, nîşan nedaye. Her wekî ku em nîqaşên li ser bingeha îthaman rast nabînin; em di wê baweriyê de ne ku dezenformasyona ku hatiye çêkirin ji bo diyalogeke berhemdar zemînekê naafirîne. Ya girîng ew e ku tevahiya hilberînên hunerî, têkiliyên kedê, xebatên çapemenî û weşangeriyê û meseleyên mafan di çarçoveyeke rast de werin nirxandin.
Der barê mijara navborî de jî saziya me beriya niha gelek caran hewl daye ku zemîneke hevdîtinê biafirîne. Hatiye gotin ku mijar divê bi rêya diyalogê, di çarçoveya heq, hiqûq û kedê de bê nirxandin. Ligel vê yekê jî, di daxuyaniyên li ser medyaya dîjîtal de, hatiye gotin ku saziya me hêvî û daxwazên muxatabên xwe li ber çavan negirtine. Ev daxuyanîyên tpn dayîn ne rast in. Ji destpêkê ve em vê yekê dibêjin û diparêzin; divê em bi dilmayînên takekesî û bi şîroveyên li ser medyaya dîjîtal tevnegerin; bi berpirsiyariyên dualî tevbigerin.
Di daxuyaniyên ku hatine dayîn de, diyar e ku mafên fonograman bêyî ku tu rêgez û çarçove li ber çavan bên girtin, tên xwestin. Lê ev maf bi tenê bi daxuyaniyên takekesî na, di heman demê de divê di çarçoveya zagon û prosedurên heyî de bên nirxandin. Hebûna mafekî, çarçoveya wî mafî û dewra wî bi daxuyaniyên yekalî diyar nabin; bi belgeyên şênber û li ser zemîneke gotûbêjê tên diyarkirin. Tiştê ku balê dikişîne ev e: Ji aliyekî ve ji bo çareseriya pirsgirêkê bangê li raya giştî dikin, ji aliyê din ve jî bêyî ku tu muzakereyekê bikin an jî doza lihevkirinê bikin, bê şert û merc doza dewrê dikin. Em dibînin ku di navbera van her du seknan de nakokî hene. Ligel ku em ne alîgirên înkarkirina mafan û berheman in, em bendewariya ji saziya me ya yekalî ya ku bêyî tu şert û mercan dewr bê kirin jî maqûl nabînin.
Mehdi Mutlu retweeted
Tanınmayan gizli kahramanlarda Bugün:
Mamoste Bedirxan Sindî;
Kürt edebiyatının koca çınarı Dr. Bedirxan Sindî: 1943’te Zaho’da başlayan yolculuğunu,Galler’de tamamladığı doktorası ve uzun yıllar sürdürdüğü Kürt Yazarlar Birliği Başkanlığı ile taçlandırdı. Çiya, Hawkari ve Rengin
Mehdi Mutlu retweeted
Erdal Kaya li gel Agît Işik dest davêje stranê 🎶
YouTube ➡️ Hewsha Ramezanê - Xeleka 4
#waarkurmanci
Mehdi Mutlu retweeted
Hewşa Remezanê bi beşa xwe ya duyan li pêşberî we ye 🎶
Mehdî Mûtlû ji mêhvanê xwe re Suretvanoyê dibêje 🌾
YouTube ➡️ Hewsha Ramezanê - Xeleka 2
#waarkurmanci
Mehdi Mutlu retweeted
Bi çavê dinyayê min Mehmed Emin Bozarslan nedît.
Ez zarok bûm, beriya salên 1980yî, li Mêrdînê min navê wî bihîst.
Erê me rûbirû hev nedît, lê pir caran em bi telefonê axifîn.
Pir caran me ji hevûdu re telefon kiriye.
Bêhtir jî Seyda telefonî me kiriye.
Sebebê vê jî Mehmed Emin Bozarslan mirovek nazik bû.
Bi salan bi rêk û pêk me jê re kovar şand.
Her cara kovar jê re diçû, ewî ji bo spasiyê telefonî me dikir, halê me, xebata me dipirsî.
Pir kêfa wî ji Nûbiharê re dihat.
Ji ber vê sedemê ye ku gelek caran nivîsên wî di Nûbiharê de weşiyane.
Îro bi xemgînî min bihîst ku Seyda doh wefat kiriye.
***
Mehmed Emin Bozarslan bi fedakariyek mezin, bi salan, bi disîplîn, her roj û şeva xwe bi xebatê derbas kir.
Her sibê wekî ameleyek ji xewê şiyar dibû, heta êvarê li ser karên Kurdî mesaî dikir.
Nexwar, venexwar, kêfa xwe nekir, tenê xebitî.
Ji 50 salî zêdetir, bi vî awayî mîna sazî û enstituyekê xebitî.
Me mektebek xwe, enstîtuyek xwe wenda kir.
Milletên din heykelên Bozarslanên xwe çêdikin.
Navên wan didin saziyan, kolan û meydanan.
Mehmed Emin Bozarslan ji kîsê me çû.
Em şahid in ku Seyda karê xwe bi zêdeyî kir.
Ew stêrka me bû; ji ezmanê me xirûcî.
Xweda bi rehmeta xwe şa bike. Li ceneta xwe bi cih bike.
Ji malbata wî re, ji zarokên wî re sebr û metanetê dixwazim.





















