Pinned Tweet
Birêzan,
Vê hesaba min ya nû ji kerema xwe li taxa kurdînûsan bigerînin. Ez parvekirinên pir kesan nabînim bêhna min teng dibe.
Ji niha de spas!
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
Ne tenê ji alî kedeke mihteşem ve, ji alî çavkanîyên edebîyata devkî û çavkanîyên bêdawî ên derfetên Kurdî û îfadeyên Kurdî ve, ji alî xweserî, kûrbûna ruh û dîroka Kurdî ve jî ked û wêjeya Kurdên Kafkasê wekî mîrate û referans, bi gelek taybetîyên xwe cîyê mihnet û kêfxweşîyê ye
Di dosyaya Kurdên Qefqasyayê de nivîseke Têmûrê Xelîl heye; Xelîl di nivîsa xwe de behsa xebatên Kurdî yên dema Sovyetê dike.
Behsa Rêya Teze, Radyoya Rewanê, dibistan û pirtûkên Kurdî, elfabe û gelek tiştên din kiriye.
Dibêje, ev der, di pêşdabirina çand, edebiyat, dîrok û zimanê Kurdî de ji bo Kurdên Sovyet û cîhanê bûbû merkez.
Lêbelê ji ber sîstema Sovyetê û şertên wê demê Kurdan têra xwe ji hev îstifade nekirine.
Rojnameya Rêya Teze di sala 1930î de, Hawar jî li Şamê, du sal li pey wê derketiye.
Binêrin Têmûrê Xelîl, di paragrafek nivîsa xwe de, çawa behsa vê rewşa kambax kiriye:
“Ew kar li cîkî xalî, vike-vala hate kirinê. Haya me ne ji efrandinên Ehmedê Xanî, Eliyê Herîrî, ne jî ji rojnameya Kurdî ya pêşin “Kurdistan”ê hebû. Ew kêmaniyek bû. Bedirxaniyan jî karên xwe wek me dest pê kirin. Nehayadarbûna wan ji karê me û astengên ku Yekîtiya Sovyetê çêkiribûn, firsend nedan ku di destpêka çapkirina kovarên Hawar, Roja Nû, Ronahîyê de tecrûbeya me ya di hêla pêşketina zimanê Kurdî de bi kar bînin, sûd jê bigirin.”
@nubihar
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
Barê min HAWAR bû
Ev xort ji me hemiyan bi şereftir e. Em ji bo zikê xwe dixebitin, lê ew ji bo me hemiyan dixebite. Hûn dizanin barê wî çi ye? Barê wî HAWAR e.
Serkerwanê Licê
Mêjiyê gelê kurd ne yê wî ye; mêjiyê wî jê hatiye standin. Kurd bi serê xwe nameşin, em dûvik û teriyê cîranê xwe ne. Serê me û mêjiyê me hatine şûştin. Divê mirov nekeve xefikên dijminê xwe.
Mîr Celadet ji aliyê bêrîkê ve feqîr bû, lê Hawara wî zengîn bû. Ji bo ku kovara Hawarê derxe, pembo çand, bîr kola û kendalê bîrê li ser wî kûmişî (1951).
Mîr Celadet digot: “Çi tifinga ku neketibe bin bandora qelemê (xamê), ew tifing dibe eşqiyetî.” Wî ev gotin ji bo şoreşa Agiriyê got.
Belavkarê kovara Hawarê, Apê Ehmed Kurdî (1927, gundê Tinatê, Omeriya, Mêrdîn - )
🤖 Made with AI
Halê rojava kezeba mirovan diperitîne. Piştî êşên bê terîf, tehrîbateke pir mezin. Ji destçûna Efrîn û Serêkaniyê, taxên ŞêxMeqsut û Eşrefiyê, piştî şehadet û birîndariya bi deh hezaran û her wesa bi hezaran wendayî dan. Niha heroj zarok ji bo mafê perwerdeyê li kolanan in.
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
Stenbol sar e. Çay û qehwe ji kîsê weqfê, germkirina sohbetê ji kîsê me ye. Kerem îro ji bîr nekin. @FexriyaA @feraternity @pallwesan @ibesikcivakfi
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
Panzehîra hemî nexweşiyên me DEWLETbûn e.
Kî naxwaze DEWLET hebe? pêkhateyên ku mafyawarî û çetewarî dixebitin, ew naxwazin kurd bibin DEWLET.
Ji ber ku ger te DEWLET hebe, tê wekhevî jî hebe. Lê belê wekhevî li hesabê çete û mafyayan nayê. Lewma li dijî DEWLETbûna kurdan in.
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
DU NANÊ REŞ
Vê sibê ez çûm firnê. Berî min leşkerek ketibû hundir. Xwediyê firnê, mîna tajî an kûçikê ku çavê wî li xwediyê wî bikeve, rû û rûçikên wî vebûn û şewq da. Şeqizî û şelafî nema ku jê re nekir: “Tu bi xêr hatî, tu çawa yî?” û hwd. Mêrik negot ka tu çi îns î yan cins î, qet bersiva wî neda. Paşê ber bi min ve zivirî û bi tirkî got: “Keremkin.”
Min got: “Siba te xêr be.” Silava min li min venegerand. Reng û bengê rûyê wî tirşovirşo bû. Min got: “Ka du nanê reş ên mezin.” Dîsa bi tirkî got: “Min fêm nekir.”
Min dûbare bi dengekî berz got: “Kuro, ka du nanê reş ên mezin.”
Mîna ku min sûcekî mezin kiribe, bi hêrs li min nêrî. Piştre bi şemal û şêweyê xulamê ku efûya xwe ji axayê xwe dixwaze, li leşker nêrî, - li wî leşkerê ku wî û sedbavê wî bi bi tir û fisekê jî nahesibîne.
Nanê min da min. Min got: “Spas, mala te ava.” Mîna xensîrekî, deng û hest jê derneket.
Panzehîra hemî nexweşiyên me DEWLETbûn e.
Kî naxwaze DEWLET hebe? pêkhateyên ku mafyawarî û çetewarî dixebitin, ew naxwazin kurd bibin DEWLET.
Ji ber ku ger te DEWLET hebe, tê wekhevî jî hebe. Lê belê wekhevî li hesabê çete û mafyayan nayê. Lewma li dijî DEWLETbûna kurdan in.
Em kurd hê jî welatekî didin bi miaşekî. Vêca hê jî dibêjin dewlet be başe. Dewlet heba û miaş bida van kesan, ewê bûbana lehengên qerase.
Favoriya min jî "çemê reynê" bû. Lê piştî strana "Dewlet" derket min jî favoriya xwe guhert.
Incîl Selçuk (Nû) retweeted
Ez îro li ser ekrana @SpotBasin bûm mêvanê bernameya rêzdar @ademoezguer û çend gotinên ku ji dilê min hatin, min wekî dilsozekî Kurd li ser gotinên B. Talabanî anîn ziman:
"Ev ne mineteke ku tu li me dikî! Divê gotina 'birakujiyê' ji nav siyaseta Kurdan û raya giştî rabe û bimire!
Linka tevahiya bernamê: youtube.com/live/ecVPo1AVOrA
Ma ev pêvajo haşa coka kanalîzasyonê ye ku her serê rojê carekî dixetime û vedibe, dixetime û vedibe ?
9 sale em li sirgunê, 9 salan de em 9 saetan em ji rojeva welat, derdê welat dûr neketine.
Lê dema em fikra xwe, xwemxûriya xwe ya welat tînin ziman, hinek dertên dibêjin "hûn ji welat revîne heqê we yê peyvê nîne"
Başe, heta îro gotina çend şervanan ber çavan hatiye girtin.
Dema min li vîdeo temaşe kir, yekser Sedat Peker anî bîra min.
Camêr gelek diçibe Sedat Peker, lê ji ber ku em kurd hê jî ji eşîretperestiyê derbasî medeniyetê nebûne, hiyakêşekî weha dikare bi qedera welatê me bileyze.
Bafil Talabanî:
📍 "we[PDK] dest pê kir, ez[YNK] ê bi dawî bikim.
📍 Hûn serokê herêmê hilbijêrin, ez ê jî serokekî herêmê hilbijêrim
📍 Hûn cîgirê hukûmetê hilbijêrin, ez ê jî cîgirekî hilbijêrim.
📍 Ev der Herêma[Silêmanî/Helebçe] YNKyê ye!"
#Kurdistan #xayîn #talabani
Kî ev maf daye boxçelî ku bi navê mafê me bipeyve?
Bahçeli yê nîjadperest dibêje:
Ne serxwebûn, ne federasyon, ne xweserî, heta ne jî mafên çandî!
Pirsa min ji Öcalan re ev e:
Kî maf daye te ku tu bi navê gelê Kurd dev ji mafên wî yên neteweyî berdî?
Mafên gelê Kurd ne milkê Öcalan in ku li ser wan bazar bike!
#kurd #kurdistan
👇
Barış Anneleri: Barış istiyoruz, 60 milyon Kürdüz; biz de kendi devletimize sahip olmak istiyoruz
#BarışAnneleri #Ankara















